Çekdarên rejîmê welatiyeke din yê Kurd qetil kirin

du kesên din jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Gole li ser wî reşandine.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, hêzên çekdar yên rejîma Îranê li nêzî gundê Mûj ya li nêzî bajarê Kamiyaranê gole li ser tirimbîla welatiyekî Kurd bi navê Ferşad Ibrahîmî reşandine.

Hengawê belav kiriye ku, henceta êrîşa han ev bûye ku, goman jê hatiye kirin ku, tiştên qaçax veguhastiye.

Di encama êrîşa han de Ferşad Ibrahîmî demûdest canê xwe ji dest daye.

Herwiha du kesên din ku, di nava tirimbîlê de bûne û birîndar nebûne ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.