Îro danê sibê deverên curbicur yên Ukraynayê bordiman kir.
Şêwirmendê Serokê Ukraynayê Oleksiy Arestoviç ragihand ku, îro pêncşem Rûsye dest bi bordiman kirina deverên curbicur yên Ukraynayê kiriye.
Oleksiy Arestoviç diyar kiriye ku, Rûsye îro danê sibê bi 100 mûşekên curbicur û dronên întîharî yên Îranî êrîşî ser çend dever û herêmên curbicur yên Ukraynayê kiriye.
Derbarê zirarên canî yên êrîşên îro de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
Ji aliyeke din ve duhê Serokê Ukraynayê jî diyar kiribû ku, artêşa vê welatî kariye zêdetir ji 1800 bajarok, bajar, gund û cîhên curbicur ji destê Rûsyeyê rizgar bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin