Navenda rewşenbîriya PDK bersifa îdîayên Zubeyir Aydar û rojnameya Awêne dide.
Navenda rewşanbîriya PDK bi daxuyaniyeke fermî bersifa gotinên Zubeyir Aydar û rojnameya Awêne yên derbarê bikujê endama PKK Nagehan Akarsel yaku, li Silêmanî hatibû kuştin da.
Di daxuyaniyê de hatiye nivîsandin ku, qaşo rojnameya awêne li ser zarê endamê konseya Serokatiya Kongreya gel Zubeyir Adar belav kiriye ku, ev bikujê Akarsel dinasin û dizanin çi gotiye û xwestiye çi bike û herwiha xwestiye piştî kuştinê ber bi Hewlêrê ve bireve lê hatiye girtin.
Beriya bersifdana gotinên Zubeyir Aydar, tişta ku, balkêşe eve ku, awêne weke ku, hingîv li darê dîtibe di şûna ku, girîngî bi hûrgiliyên kuştinê û bûyereke kuştina rastîn û şert û mercên cîhbicîh kirin û fermander û kesên ku, erê jê re kirine, girîngî bi rexne kirin li Hewlêrê daye û gotineke Zubeyir kiriye manşet ku ne şerte rast jî be, ev ne ti gotine belku, ev texmîna Zubeyire ku, neqewmiye, kê, kî dibêje ku, ev gotin ji aliyê kesên ku, çepik lê dane ji bikuj re nehatiye gotin? Ji vê jî girîngtir, eger bikuj ev qiseya han kiribe, ti nîşane û belgeye nîne ji bilî hizir kirina dijminkarane ya Zubeyir û ewin ku, propagende bo dikin li hember Hewlêrê.
Zubeyir û pkk eger ku, di xemê endam û kadirên xwe û zanîna rastiyanin, lazime li ser vê mijarê berê xwe dabana ev desthilata siyasî û ewlekarî yaku, di bin çavdêriya ew de û li ber çavên wan de Nagehan Akarsel hatiye kuştin. Tişta cîhê pirsê eve ku, çima pkk dev ji cîhê kuştin, dema kuştinê û hûrgiliyên kuştinê berdaye û dev ji vê berdaye ku, kê, kî bikuj parastiye û çek ji kûderê dabîn kiriye berdaye girîngî bi vê yekê dide ku, bikuj qaşo xwestiye piştî kuştinê xwestiye biçe Erbîlê?
Awêne li ser zarê Zubeyir nivîsandiye; Bikuj bo kuştina Akarsel çûye Silêmanî, ev çek û pêdiviyên pêwîst jî re dabîn kirine, em dipirsin ewin ku, çek û pere jê re dabîn kirine kê, kî ne, çima Zubeyir nikare navê wan eşkere bike?
Başe eger bikuj xwestiye biçe Hewlêrê, çima Zubeyir û pkk pirs ji cîhê bikujên din yên endamên din yên PKKê nakin?
Partiya Zubeyir ( pkk) di warê kuştin û rezîl kirina endamên xwe de xwedan dîrokeke reşe, dûr negirin ku, ev tawanbar kirina Hewlêrê jî bi zane bûn be bo veşartina rastiyan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin