Serokkomarê vê welatî duhê bişev fermana amadebaşiyê daye.
Li gor çapemeniya cîhanî, alozî û nakokiyên navbera Kosova û Sirbistanê berdewamin û hêzên leşkerî yên her du welatan li hember hev li deverên sînorî çeper girtine.
Her di vê çarçoveyê de duhê bişev Serokkomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic fermaneke bilez daye artêş, polîs û hêzên ewlekarî yên vê welatî ku, bikevin amadebaşiya temam û li benda fermanên nû bin.
Ji aliyeke din ve wezîrê berevanî yê Sirbistanê, Kosova bi aloztir kirina rewşa heyî tawanbar dike û dibêje Sirbistan amadeye kêşeyên heyî bi rêbazên siyasî çareser bike, lê Kosova bi serê xwe tevdigere û rewşê aloztir dike.
Herwiha wezîrê navxwe yê Sirbistanê Bratislav Gasic jî diyar kiriye ku, ferman bi me hatiye kirin daku, hêzên polîs bo berevanî kirin ji welatiyên Sirb yên li Kosovayê bikevin amadebaşiyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin