Heta niha gelek kes canê xwe ji dest dane.
Pêla serma, seqem û berf barînê li Amerîka hîn jî didome û gelek zirarên canî û madî gehandiye Amerîkayê bi taybetî Bakûrê Amerîkayê.
Li gor çapemeniya Amerîkayê heta niha 50 kesan jiber pêla berf barînê, serma û seqemê canê xwe ji dest dane, elektirîka gelek deveran hatiye qutkirin.
Serokê Amerîka Jeo Biden jî proje qanûneke bilez ya bo hevkarî kirina xelkê bi taybetî şêniyên eyaleta New Yorkê pesend kir.
Tê gotin ku, ev pêla han yaku, di nava 40 salên derbasbûyî de nehatiye dîtin vê heta du rojên din bidome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin