Qeşeyê kilîseya Mêrdînê dibêje bi wateya rastîn yekem car Kurd sersala miladî pîroz kirine.
Qeşeya Kilîseya Protestan ya Mêrdîna Bakûrê Kurdistanê Ender Pek ragihand ku, pîroz kirina sersala mîladî çandeke mesîhiyane lê belê bo cara ewil di dîrokê de Kurd sersala mîladî pîroz kirine.
Ender Pek herwiha diyar kiriye ku, Kurd weke yekem gelê herêmê, bo cara ewil cejna jidayikbûna Îsa Mesîh û sersala mîladî pîroz kirine, lê ne bi awayî ş rengê îro belku bi reng û awayeke rasteqîn ev cejna han pîroz kirine.
Nav hatî diyar kiriye ku, yekem civak ku, bi Îsayê bawerî anîne, macî bûne, macî jî nunerê çîna oldar ya Kurdan di vê demê de bûye lewre yekem car di dîrokê de cejna jidayikbûna Îsa Mesîh ji aliyê Nestûriyan ve ku, beşek bûne ji Kurd hatiye pîrozkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin