Hijmara miriyan li Amerîkayê zêde bû

nêzî 4 hezar geştên asmanî jî hatine hilweşandin.
کوردستان TV
100%

Pêleke tund ya berf barînê li Amerîkayê jiyan dijwar kiriye.

Li gor çapemeniya Amerîkayê jiber barîna berfeke gelek zêde û destpê kirina serma û seqemê heta niha li Amerîkayê bi giştî 34 kes canê xwe ji dest dane.

Çapemeniya Amerîkî diyar kiriye ku, pileyên germiyê bo 56 pile jêr sifirê daketine.

Li Amerîkayê bi taybetî li Bakûrê welat, cemeda dijwar bûye sedema astengiyên mezin bo hatûçûyê.

Ev pêla han sînorê Kanada heta sînorê Meksîkê daye berxwe û heta niha nêzî 4 hezar geştên asmanî jî hatine hilweşandin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.