Dibêje em li gor berejwendiyên xwe tevdigerin.
Nîqaşên civaka cîhanî yên derbarê pêdana dronan ji aliyê Îranê ve bi Rûsyeyê bo bikaranîna wan li dijî Ukraynayê, rixmî ku, rayedarên Îranî çend meh ev yek red dikirin, di dawî de Fermandarê hêzên leşkerî yên Îranê Mihemed Baqirî li vê yekê mokir hat û ragihand ku, Îran yek ji 5 welatên xwedan hêz ya dronaye.
Baqirî diyar kiriye ku, bi rojev kirina dronên Îranî yên li Rûsyeyê, şereke piskolojîkî ya neyarên Îranê ye jiber ku, ji hêza dronan ya Îranê ditirsin lê Îran li gel welatên din weke Rûsyeyê di mijara dronan de li gor berejwendiyên xwe tevdigere.
Baqirî bi eşkere negotiye me dron dane Rûsyeyê lê gotinên wî ev yek îsbat dikin ku, Îran dron daye Rûsyeyê û dibêje hevkariya navbera Îran û Rûsyeyê berdewam dibe.
Ji aliyeke din ve civata cîhanî jî jiber hevkariyên Îranê yên bo Rûsyeyê dorpêçên gelek dijwar xistiye ser Îranê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin