Şerê rejîm û çekdaran dîsa destpê kir

ji her du aliyan kuştî û birîndar hene.
کوردستان TV
100%

Ev du sal bû li wan deveran rewş aram bû.

Li gor çapemeniya Sûrî piştî du salan agirbestê li Îdlib û Bakûrê Helebê, dîa liv û tevgerên leşkerî li wan deveran destpê kirine.

Çapemeniya Sûrî ragihandiye ku, ji duhê ve şer û pevçûn di navbera hêzên rejîmê û çekdarên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve destpê kiriye û di encama şer û pevçûnan de kuştî û birîndarên her du aliyan hene.

Pevçûn piştî vê destpê kirine ku, duhê çekdarên cîhadî li navçeya Tadif ya li Bakûrê Helebê êrîşî ser navendeke leşkerî ya rejîmê kiribûn.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.