Amerîka: Helwesta me eşkere û naguhere

dibêje me bi eşkere ji Tirkiyeyê re gotiye em li dijî operasiyonê ne.
کوردستان TV
100%

Amerîka derbarê Rojavayê de daxuyaniyeke nû dide.

Gefên Tirkiyeyê bo lidar xistina operasiyoneke bejayî dijî Rojavayê Kurdistanê berdewamin û Amerîkayê jî derbarê vê mijarê de daxuyaniyeke nû da.

Di vê derbarê de Peyvdarê wezareta berevanî ya Amerîkayê Pat Ryder ragihand ku, Amerîka li dijî operasyoneke bi vê rengiye, di vê warê de helwesta Amerîkayê eşkereye û nayê guhertin û li hember de jî danûstandinên me yên li gel Tirkiyeyê li ser vê mijarê berdewamin. nav hatî tekez lis er vê yekê kiriye ku, bi eşkere ji Tirkiyeyê re gotine ku, li dijî her cure operasiyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê ne.

Nav hatî diyar kiriye ku, hem li Rojava û him jî li Îraqê berdewam dibin li ser şerê dijî DIŞIê li gel hevparên xwe.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.