Navenda Jamestown dibêje ev dron bo dijatî kirina Azerbayican û Tirkiyeyê ne.
Navenda lêkolînan ya Amerîkî Jamestown di raporteke xwe de behsa vê yekê kiriye ku, aloziyên navbera Îran ûAzerbayicanê her diçe zêdetir dibin û li hember Azerbayican jî Îran taktîk û steratejiya xwe ya li hember Ermenistanê guhertiye û hevkariya Ermenistanê dike.
Li gor raporta navenda Jamestown, Îran dema zanî nikare Azerbayicanê li gor berejwendiyên xwe li herêmê bikar bîne û dema zanî Azerbayican ketiye pey Tirkiyeyê û dixwaze cîhê Îsraîlê li deverê de veke, Îran neçar ma ku, biryar bide daku, dronên xwe radestî Ermenistanê bike daku, Ermenistan ev dronan li dijî Azerbayicanê bikar bîne.
Weke tê zanîn di navbera Îran û Azerbayicanê de jî li ser mijara vekirina kirîdara Zengezorê nakokî hene û Îran çend caran gefa bikar anîna hêzê jî li dijî Azerbayicanê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin