Şandeke leşkerî ya Îraqê gehêşte Diyalayê

şanda leşkerî dixwaze şopandinê bo rewşa vê deverê bike.
کوردستان TV
100%

Duhê bişev DIŞI êrîş kiribû û 7 welatiyên medenî hatibûn kuştin.

Piştî êrîşa duhê bişev ya terorîstên DIŞIê ya li Diyalayê ku, bibû sedema mirina 7 welatiyên medenî, îro şandeke leşkerî ya Îraqê serdana Diyalayê kir.

Armanca serdana vê şanda han lêkolîn kirine li ser êrîşa han û şopandina rewşa ewlekarî ya vê deverê ye.

Duhê bişev terorîstên DIŞIê ji sê aliyan ve êrîşî ser gundê Elbubalî kiribûn û di encama êrîşa han de 7 welatiyên medenî canê xwe ji dest dabûn.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.