Îsraîl ev êrîşa han bi çend mûşekan pêk aniye.
Li gor çapemeniya Sûrî, duhê bişev artêşa Îsraîlê bi mûşekan êrîşî ser Bakûrê Rojhilatê Dîmeşqê bi taybetî derdorê behra Teberiye kiriye.
Çapemeniya Sûrî herwiha diyar kiriye ku, sîstema berevaniya asmanî ya Sûrî kariye çend mûşekan pûç bike lê çend mûşek jî ketine erdê û çend leşkerên Sûrî jî birîndar bûne.
Ji aliyeke din ve hin çavkanî qala vê yekê dikin ku, Îsraîl êrîşî ser navendên çekdarên Îranî kiriye û gelek kuştî û birîndar hene.
Heta niha artêşa Îsraîlê di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin