Wezîrê derve yê Îraqê jî dibêje em dijî çareseriya leşkerîne.
Wezareta derve ya Îraqê daxuyaniyek derbarê armancên konferansa Bexda 2 yaku, îro li Urdinê bo organîzatoriya Franseyê destpê dike weşandiye.
Di daxuyaniya han de hetiye eşkere kirin ku, 3 armancên sereke yên vê konferansê hene ku, yek ji wan bihêztir kirina parastina ewlekarî û serweriya axa Îraqê ye.
Armanceke din ya vê konferansa han berfiretir kirina hewldanên heyiye bo dabîn kirina aramî û ewlekariya deverê.
Armanca sêyek ya konferansê jî avedan kirina jêrxana abûrî û bihêztir kirina abûriya Îraqê ye.
Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên jî ragihandiye ku, Îraq li dijî çareser kirina kêşeyane bi rêyên leşkerî û gotiye ti kêşeyek bi mûşek û dronan nayê çareserkirin û rêya herî baş ya çareseriyê, diyalog û dansûtandine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin