Pakistan gef li Hindistanê dike

heta niha rayedarên Hindistanê li ser vê mijarê ti helwestek raber nekirine.
کوردستان TV
100%

Dibêje emê bi bombeya etomî êrîş bikin.

Aloziyên navbera Hindistan û Pakistanê berdewamin û di vê çarçoveyê de Pakistan gef li Hindistanê dike.

Wezîrê karûbarên ewlekariya civakî û şerê dijî gendeliyê yê Pakistanê Shazia Marri ragihandiye ku, lazime Hindistan vê yekê ji bîr neke ku, Pakistan xwedan bombeya etomê ye û eger pêwîst bike vê Pakistan bo bombeya etomê êrîşî ser Hindistanê bike.

Shazia Marri eşkere kiriye ku, eger Hindistan li dijî Pakistanê şer hilbijêre vê demê Pakistan neçar dibe bombeya etomî bikar bîne.

Heta niha rayedarên Hindistanê li ser vê mijarê ti helwestek raber nekirine.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.