Erdogan dîsa gef li Yûnanê dike

Serokerkanê Yûnanê jî bersifa gefên Erdogan daye.
کوردستان TV
100%

Dibêje vê Yûnan ji mûşeka Tayfûn bitirse.

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan berdewame li ser gefên xwe yên li dijî Yûnanê û beriya niha ragihandibû ku, Yûnan ji çê kirina mûşekanji aliyê Tirkiyeyêve gelek ditirse bi tabetî ji mûşeka Tayfûn ku, dikare bigehêje 560kme.

Erdogan duhê di bersifa pirsên Rojnamegeran de dîsa gef li Yûnanê kir û ragihand ku, em niha hewl bo vê yekê didin ku, karîne vê mûşekê bigehînin 1000 km û ev yek jî bêgoman dibe sedema zêdetir tirsîna Yûnanê.

Weke tê zanîn ev çend mehe aloziyên navbera Tirkiye û Yûnanê gelek kûrtir bûne û gehêştine asta gef kirinê û beriya du rojan Serokerkanê Yûnanê jî ragihandibû ku, Yûnan bo her egerek xwe amade kiriye û dikare bersifeke dijwar bide her cure êrîşeke Tirkiyeyê.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.