Konslusê Çînê xatira xwe ji Serok Barzanî xwest

beşê zimanê Kurdî li zanîngeha Pekin tê vekirin.
کوردستان TV
100%

Li Pîrmamê li gel Serok Barzanî civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Çînê yê li Hewlêrê Roo Chi kir ku, bo xatir xwestinê ji Serok Barzanî ev serdana han pêk anî bû.

Di civînê de Konsulusê giştî yê Çînê jiber serkeftina kongreya 14an ya PDK pîrozbayî li Serok barzanî kir û balkêşande ser rola Nemir Mele Mistefa Barzanî û Serokê berê yê Çînê Maw Tisi Dong bo ava kirina jêrxana têkiliyên dîrokî di navbera gelên Çîn û Kurdistanê di sed sala 20an de û hêviya vê yekê xwest ku, têkiliyên navbera her du aliyan di pêşerojê de zêdetir pêş bikevin.

Di beşeke din ya civînê de Konsulusê Çînê behsa hewl û armanca kompaniyên Çînî bo sermayegozarî li Îraq û Kurdistanê de bo Serok Barzanî kir û ragihand ku, vê beşeke zamanê Kurdî li zanîngeha Pekinê weke hewlek bo bihêztir kirina têkiliyên navbera her du aliyan tê vekirin.

Di civînê de Serok Barzanî spasiya Konsulusê giştî yê Çînê kir ku, di dema pîwerdariya xwe de hewlên gelek cidî bo pêşde birina têkiyên navbera Kurdistan û Çînê daye û tekez li ser girîngiya berfiretir kirina têkiliyên dostane di navbera gelê Kurdistanê gelê Çînê de kir.

Serok Barzanî ji ber vekirina beşê zimanê Kurdî li Pekin jî spasiya rayedarên Çîn û zanîngeha Pekin kir û ev pêngav bi pêngaveke dîrokî wesif kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.