Serok Barzanî li gel Konsulusê Tirkiyeyê civiya

behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî hate kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên abûrî  û bazirganî yên di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Mihemed Mewlûd Yaqût kir.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa siyasî ya deverê, girîngiya ewlekarî û aramiya Îraq û Kurdistanê û bandora vê li ser aramiya deverê, dostatî û têkiliyên abûrî û bazirganî yên di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de hate kirin.

Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin û tekez li ser cîhbicîh kirina rêkeftina aliyên siyasî û bandora rêkeftina han li ser biryarên siyasî yên hikûmeta federalî hate kirin.

Di beşeke din ya civînê de giftûgo li ser cîhbicîh kirina rewşa Şingalê, normal kirina rewşa deverê û vegerandina awareyan bo cîhên xwe hate kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.