Bo roja cîhaniya kemîneyan twittek belav kiriye.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro jiber roja cîhaniya kemîneyan twittek belav kir.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di twitta xwe de nivîsandiye; Di roja cîhaniya kemîneyan de, tekez li ser pir reng bûn, bihevre jiyan, lêbûrîn, hev û du qebûl kirina tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî û parastina mafên wan dikin.
Nêçîrvan Barzanî nivîsandiye: Hewl bo vê yekê didin ku, Kurdistan weke her tim navenda komker ya tevahiya aliyan û maleke aram be bo tevahiya aliyan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin