Ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve hatine cezakirin.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, dadgeha şoreşa Îranê ya li bajarê Îlamê cezaya 74 sal girtîgehê daye 22 welatiyên Kurd.
Hengawê eşkere kiriye ku, ev 22 welatiyên Kurd di çarçoveya xwepîşandanên dijî rejîma Îranê de hatine girtin û bêyî darizandinê û bêyî ku, bikaribin Parêzer ji xwe re diyarî bikin ji aliyê dadgehê ve hatine mehkûm û cezakirin û 74 sal ceza bo wan 22 welatiyan hatiye dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin