Rûsye: Operasiyon dibe sedema zêdetir kirina aloziyan

Rûsye dibêje operasiyon yekîtiya axa Sûriyeyê têk dide.
کوردستان TV
100%

Dibêje danûstandinên me berdewamin.

Wezareta derve ya Rûsyeyê derbarê operasiyona bejayî ya Tirkiyeyê ya bo ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku, danûstandinên navbera Tirkiye û Rûsyeyê bo aram kirina rewşê berdewamin û Rûsye naxwaze Tirkiye li deverê de operasiyoneke bejayî lidar bixe.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Rûsyeyê de hatiye diyarkirin ku, Rûsye ji dilgiraniyên ewlekarî yên Tirkiyeyê fêm dike lê ev yek nabe sedem ku, rê were dayîn Tirkiye tiştek bike ku, rewşa deverê zêdetir aloz bike anjî yekparçeyiya axa Sûriyeyê bixe metirsiyê.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye nivîsandin ku, her cure operasiyoneke bejayî dibe sedema zêdetir kirina aloziyên heyî yên li deverê de lewre lazime em pêşiya zêde bûna aloziyan bigirin.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî rayedarên Rûsî diyar kiribûn ku, Rûsye Tirkiye razî kiriye dev ji operasiyonê berde û di vê warê de jî gavên baş hatine avêtin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.