Serokwezîr rêz ji Senatorekî dostê Kurd digire

ev Senatorê han gelek hevkariya gelê Kurd kiriye.
کوردستان TV
100%

Ev Senatorê han Serokê komîteya hêzên çekdar bûye.

Îro Serokê hiûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rêz ji Serokê berê yê komîteya hêzên çekdar ya civata Pîran ya Amerîkayê girt û li ser vê mijarê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Weke rêzgirtin ji dostatî û piştîvaniyên berdewam yên Serokê berê yê komîteya hêzên çekdar li civata Pîran ya Amerîkayê birêz Senator Jim Inhofe, yên bo gelê Kurdistanê, me biryar da weke nîşandana rêzdariyê bo piştîvaniyên berdewam yên wî Senatorê han yên bo xelkê Kurdistanê, wêneyeke Senator Jim Inhofe li hola VIP ya balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê were danîn.

Di vîdeokonferansekê de me ev biryar gehande Senator Jim Inhofe û bi navê gelê Kurdistanê û bi taybetî jî bi navê Cenabê Serok Mesûr Barzanî, me spasiya piştîvaniyên berdewam ji hêzên pêşmerge û xelkê Kurdistanê ku, çend caran bo diyar kirina piştîvaniya xwe serdana Kurdistanê kiriye, kir.

Herwiha me spasiya Serokê niha yê komîteya hêzên çekdar birêz Senator Jack Reid kir bo berevanî kirin û piştîvaniya berdewam ya xelkê Kurdistanê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.