Mimkune karûbarên siyasî jî jê re werin qedexekirin.
Bajardarê bajarê mezin yê Îstebûlê yê CHP Ekrem Îmamoglû duhê ji aliyê dadgeha Tirkiyeyê ve bi hinceta bêrêzî kirin bi karmendên komîsyona hilbijartinan hate cezakirin.
Dadgehê 2 sal û 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê daye Îmamoglû, eger ev biryar ji aliyê dadgeha bilind ve were pejrandin, vê demê Îmamoglû tê girtin û bo girtîgehê tê veguhestin.
Li gor zagonên Tirkiyeyê her rayedarek ku, cezayeke zêdetir ji salek jê re were dayîn û ceza were cîhbicîhkirin, vê demê karûbarên siyasî jî jê re têne qedexekirin.
Opozîsyona Tirkiyeyê ev biryara han bi biryareke siyasî bilêv dike û dibêje Erdogan ji Îmamoglû ditirse lewre ferman bi dadweran daye daku, wî ceza bikin bo ku, nikaribe bibe Berbijêrê hevbeş yê opozîsyona Tirkiyeyê bo postê Serokkomariya Tirkiyeyê.
Ji aliyeke din ve biryare îro danê êwarê li Îstenbûlê civîneke berfire ya girseyî bo piştîvanî kirina Îmamoglû bi beşdariya tevahiya partiyên opozîsyonê were lidarxistin.
Ji aliyeke din ve pispor behsa vê yekê dikin ku, ev biryara han vê bibe sedemeke sereke bo wenda kirina Erdogan di hilbijartinên 2023an de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin