Rejîma Îranê îstîxbarateke nû ava dike

karê sereke yê vê îstîxbarata han taybet dibe bi sîstema dadweriya Îranê.
کوردستان TV
100%

Armanca vê îstîxbaratê pêşî girtin ji hilweşîna rejîmê ye.

Li gor nûçeyeke îndîpendet ya Farsî, rejîma Îranê di wan rojê dawî de ku, raperîna seraserî ya dijî rejîmê derbasî maha xwe ya sêsiyan bûye, dest bi liv û tevgerên bilez bo ava kirina navendeke nû ya îstîxbaratî kiriye.

Di vê derbarê de Peyvdarê komîsyona ewlekarî û siyaseta derve ya parlementoya Îranê Ebulfezil Emûyî ji rojnameya Îtîmad ya Îranî re ragihandiye ku, hewldanên pêwîst yên bo ava kirina dezgeha îstîxbaratî ya bi navê sazmana îtlaatî ya dadweriyê, zêdetir û berfiretir bûne û em dixwazin bilez ev îstîxbarata han ava bikin.

Emûyî eşkere kiriye ku, armanc ji vê îstîxbarata han pêşî girtin ji hilweşîna rejîmê, dezgeh û navendên rejîmê, kom kirina zaniyariyên derbarê dosyeyên girîng yên di nava dadgehên Îranê û rûbirû bûna propagendiyên neyarên derve li dijî rejîma Îranê ye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.