Pentagon: Devriyên hevbeş yên Amerîka û HSD destpê kirin

Senatorekî Amerîkî jî dibêje helwesta Amerîkayê li hember Tirkiyeyê gelek dijwar dibe.
کوردستان TV
100%

Jiber gef û operasiyonên Tirkiyeyê ev devriyên han hatibûn rawestandin.

Jiber êrîşên asmanî û gefên Tirkiyeyê yên bo lidar xistina operasiyoneke bejayî li dijî Rojavayê Kurdistanê, Fermandariya HSDê ragihandibû ku, devriyên hevbeş li gel Amerîk û şerê dijî DIŞIê rawestandiye.

Îro çarşem di vê derbarê de wezareta berevanî ya Amerîkayê ( Pentagon) ragihand ku, ji îro pêde ev devriyên hevbeş dîsa destpê kirine.

Pentagonê diyar kiriye ku, hevkarî û hemahengiya hevbeş ya Amerîka û hevpeymaniya cîhanî li gel hevparên xwe yên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DIŞIê berdewam dibe û ev qebûl nakin ti aliyek derb li şerê wan ya li dijî DIŞIê bidin.

Ji aliyeke din ve duhê jî Senatorekî Komarî ya Amerîkayê  bi navê James Richard ragihandibû ku, vê carê helwesta Amerîkayê li hember Tirkiyeyê gelek dijwar dibe û weke 2019an bi tendê dorpêçan bertesk nabe belku, eger Tirkiye operasiyoneke bejayî bike vê Amerîka helwesteke gelek dijwar nîşanî Tirkiyeyê bide.

Weke tê zanîn beriya du rojan nunerê Putin jî diyar kiribû ku, Rûsye Tirkiye razî kiriye daku, dev ji operasiyona bejayî berde.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.