Serokwezîr li gel balyozê YE civiya.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyozê YE yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Yekîtiya Ewrûpayê li Îraqê birêz Vella variola kir.
Di civînê de ku, berpirsê nivîsîngeha YE yê li herêma Kurdistanê birêz Thurkilde Buick jî têde beşdar bû, me pîrozbayî li wî kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest.
Rojeveke sereke ya civîna me taybet bû bi pêşde birina hevkarî û hemahengiya navbera herêma Kurdistan û YE bi taybetî piştîvanî kirina reformên kabîneya 9an di warê pir cure kirina abûrî û piştîvanî kirina kerta çandiniyê, dîtina bazarên derve û henarde kirina berhemên navxweyî yên Kurdistanê bo bazarên Ewrûpayê bû û me behsa girîngiya reformên nava sîstema bankdarî ya Kurdistanê û derfetên hevkariya YE di vê warê de kir.
Çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê mijareke din ya civînê bû û di vê derbarê de me balkêşande ser xwesteke herêma Kurdistanê bo çareser kirina kêşeyan û tekez li ser vê yekê kir ku, dabînkirina şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê ji bûdceya giştî ya federalî ya 2023an bi awayeke dadmen û li ser esasê rêjeya şêniyên herêmê û li ser esasê destûrê, dikare bibe destpêkek baş bo çareser kirina hertimî ya tevahiya kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî ya Îraqê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin