Darve kirina xwepîşanderan li Îranê destpê kir.
Piştî îdam kirina welatiyekî Îranî ji aliyê rejîma vê welatî ve bi hinceta beşdarî kirin di xwepîşandanên dijî rejîmê de, wezareta derve ya Amerîkayê bi tundî îdam kirina xwepîşanderan li Îranê mehkûm kir.
Di vê derbarê de Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Ned Price ragihand ku, îdam kirina xwepîşanderan kareke hovaneye, em bi ti awayî vê qenûl nakin û bi tundî jî mehkûm dikin.
Price herwiha diyar kir ku, îdam kirina xwepîşanderan nîşaneya vê yekê ye ku, rejîma Îranê gelek ji xelkê xwe ditirse.
Weke tê zanîn beriya du rojan li Meşhedê yekem xwepîşander hate îdamkirin û dadgeha rejîmê jî biryara daver kirinê bo çend welatiyên Kurd bi heman hincetê daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin