YE dorpêçên nû dixe ser Îranê

zextên li dijî rejîma Îranê her diçe zêdetir dibin.
کوردستان TV
100%

Çapemeniya giştî ya rejîmê jî di nava lîsteyê deye.

Berpirsê karûbarên siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell ragihand ku, rejîma Îranê dest bi îdam kirina wan kesan kiriye ku, beşdarî di xwepîşandanên dijî rejîmê de beşdar bûne û ev yek pêngaveke hovane û dijî însaniye ku, YE bi ti awayî vê pêngava han qebûl nake.

Borrell herwiha diyar kir ku, YE dorpêçên nû xistiye ser 20 rayedarên din yên rejîma Îranê û çapemeniya giştî ya fermî ya rejîmê jî ketiye nava vê lîsteya han.

Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de qala hevkariyên Îranê yên bo Rûsyeyê jî kiriye û gotiye: Jiber ku, di firotina dronan û mûşekan bi Rûsyeyê roleke wan ya sereke hebûye, 4 rayedarên Îranî û çar navendên din yên fermî yên rejîmê ji aliyê YE hatine cezakirin û navê wan ketiye nava lîsteya dorpêçan.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.