Çîn derbeke dijwar li rejîma Îranê da

Çîn li ser kêşeya giravên li Başûrê Îranê piştîvaniya welatên Erebî dike.
کوردستان TV
100%

Li ser kêşeyên giravan piştîvanî da welatên Kendavê.

Kêşeya sê giravên li başûrê Îranê bi dehan sale di navbera Îran û welatên Kendavê de bêçareser maye û herî dawî, Çîn jî ku weke hevpeymanê Îranê dihat nasîn li hember Îranê piştîvaniya welatên Kendavê kir.

Serokê Çînê ku, hefteya derbasbûyî serdana Siûdiyeyê kiribû û beşdarî di civîna civata hevkariya Kendavê de jî kiribû, li ser mijara her  sê giravan, pişt li Îranê kir û ragihand ku, lazime rejîma Îranê bo çareser kirina kêşeya wan giravan bi diyalogê li gel welatên Erebî bicive.

Ev daxuyaniya Çînê Îran gelek aciz kiriye lê Îran jiber ku, rêkeftinên gelek mezin yên abûrî li gel Çînê îmze kiriye nikare ti helwestek li hember Çîn raber bike.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.