Zilamê wî yê herî nêz û bawermend hate cezakirin.
Wezareta xezêne ya Amerîkayê ragihand ku, zilamê herî nêz û bawermend yê Erdogan, Sidki Ayan jiber hevkariya Îran û spaha Qudis ya Îranê kiriye, hatiye cezakirin.
Li gor nûçeyeke independetê, wezareta xezêne ya Amerîkayê ragihandiye ku, Sidki Ayan û korê vê Behadin Ayan hevkariya Îran û spaha Qudis ya Îranê kirine daku, xwe ji dorpêçên cîhanî rizgar bikin û petrola Îranê bi rêya Tirkiyeyê bi qaçaxî bo Îmarat, Rûsye, Çîn û çend welatên din veguhastine.
Li gor nûçeyê, Amerîka 26 kompaniyên Sidkî Ayan jî xistiye nava lîsteya ceza û dorpêçên xwe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin