Di dema vekirina debistaneke navnetewî de gotarek pêşkêş kir.
Îro li Hewlêrê Serokwezîra Mecaristanê Katalin Novak li gel Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bihevre beşdariya merasima vekirina debistaneke navnetewî bi navê Meltho kirin û pişt re jî Serokwezîra Mecaristanê gotarek pêşkêş kir.
Di gotara xwe de Katalin Novak ragihand ku, têkiliyên bihêz di navbera Kurdistan û Mecaristanê de hene û vê ev têkiliyên han werin berfiretir û bihêztir kirin.
Katalin Novak di gotara xwe de ragihand ku, Kurdistan ne bi tenê ye û Mecaristan berdewam dibe li ser hevkarî û piştîvanî kirina Kurdistanê.
Novak diyar kir ku, gelek kêfxweşe li Kurdistanê ye û alayên Kurdistanê û Mecaristanê weke hevin di nava alaya Mecaristanê de roj tuneye.
Weke tê zanîn Serokwezîra Mecaristanê duhê serdana Kurdistanê kiribû û li gel Serokê herêma Kurdistanê civiya bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin