Mesrûr Barzanî: Mecaristan gelek hevkariya me kiriye

hikûmeta Kurdistanê gelek girîngî bi perwerde û zanistê dide.
کوردستان TV
100%

Li gel Serokwezîra Mecaristanê debistaneke navnetewî vekirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêwşaziya Serokwezîra Mecaristanê Katalin Novak kir û pişt pêşwaziyê, bihev re çûne Enkawe û debistaneke navnetewî bi navê Meltho vekirin ku, mesrefên darayî yên vê debistanê ji aliyê hikûmeta Mecaristanê ve hatine dabînkirin.

Di merasima han de Serokwezîrê Kurdistanê û Serokwezîra Mecaristanê goareke kurt pêşkêş kirin û Serokwezîra Mecaristanê diyar kir ku, gelek kêfxweşe li Kurdistanê ye, alayên Kurdistan û Mecaristanê weke hevin lê di nava alaya Mecaristanê de roj tuneye.

Katalin Novak herwiha ragihand ku, Mecaristan berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.

Di heman merasîmê de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, Mecaristan gelek hevkariya me kiriye lewre em spasiya Mecaristanê dikin.

Mesrûr Barzanî ragihand ku, berdewam dibin li ser ava kirina civakeke perwerdekirî jiber ku, perwerde û ketine nava zanistê yek ji benameyên serek û girîng ya hikûmeta Kurdistanê ye.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de anî ziman ku, di dema êrîşên DIŞIê de Kurdistan pêwşaziya zêdetir ji 2 miliyon aware û penaberan kiriye.

Weke tê zanîn ev debistana han yaku, bi Meltho tê nasîn bi qasî 4 miliyon û 500 hezar dolaran hatiye çêkirin û ev pere jî ji aliyê Mecaristanê ve hatine dabînkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.