Li Kirmaşanê du zarokên din yên Kurd hatin revandin.
Xwepîşandar û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî didome û rejîm jî berdewame li ser kuştin, girtin û revandina xelkê.
Di vê çarçoveyê de navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku, hêzên rejîma Îranê li bajarê Kirmaşanê ji roja duşemê ve 2 zarokên temen 15 salan revandine û heta niha çarenivîsa wan her du revandiyan nediyare.
Li gor nûçeya navenda Hengawê tenê di nava hefteyekê de herî kêm 13 zarokên ku, temena wan kêmtir ji 15 salane ji aliyê hêzên rejîmê ve li Rojhilatê Kurdistanê hatine revandin.
Ji aliyeke din ve xwepîşandanên dijî rejîma Îranê dîsa berfiretir û dijwartir bûne û rejîm jî xwepîşanderek îdam kiriye û biryara darve kirinê bo sê xwepîşanderên din jî daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin