Erdogan bi qaçax petrolê Îranê difiroşe Çîn û Rûsyeyê.
Malpera Politico ya Amerîkî raportek derbarê hewlên hevbeş yên Îran û Tirkiyeyê bo bêbandor kirina dorpêçên dijî rejîma Îranê û spaha Qudisê de belav kiriye.
Di raporta han de hatiye diyarkirin ku, şandeke leşkerî û siyasî ya Îranî piştî çend caran civîn û hevdîtinan li Tirkiyeyê cara dawî di naverasta sala 2021an de li Beyrûtê li gel şandeke Tirkî bi Serokatiya Sitkî Ayhan civiyane.
Sitkî Ayhan hem Şêwirmendê Erdogan û him jî kesê herî nêz yê Erdogane.
Di civînê de şanda Îranî û şanda Tirkî li ser bi qaçax firotina petrola Îranê bi Rûsye û Çînê lihev kirine. Li gor malpera han, kesên leşkerî yên di nava şanda Îranî de, Fermandarên spaha Qudis ya Îranê bûne û ji şanda Tirkiyeyê re gotine ku, lazime bo dabîn kirina pere û dahatê, emê petrolê bi qaçax bifiroşin û şanda Tirkî jî amadebûna xwe bo hevkarî kirina Îranê diyar kiriye lê piştî demekê tevahiya endamên nava şanda Îranî ji aliyê Amerîkayê ve hatine cezakirin.
Di nûçeya politicoyê de hatiye nivîsandin ku, Sitkî Ayhan di nava rejîma Tirkiyeyê de ji bilî ku, dost, hevdebistanî û kesê herî nêz û bawermend yê Erdoganê ye, hevdem di nava desthilatê de jî xwedan soze û karên bazirganî yên reş yên rejîma Tirkiyeyê ji aliyê wî ve têne kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin