13 rayedarên Îranê hatine ceza kirin

eşkence li xelkê jî kirine.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê Amerîka û Brîtanyayê ve hatine cezakirin.

Dorpêçên cîhanî û ceza kirina rayedarên rejîma Îranê ji aliyê civaka cîhanî ve berdewame û di vê çarçoveyê de Amerîka û Brîtanya 13 rayedarên din yên rejîmê ceza kirin.

Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Brîtanyayê, hikûmeta Brîtanyayê jiber binpê kirina mafên mirov û azadiyan û herwiha bikar anîna tundûtîjî dijî xwepîşanderan cezayên gelek dijwar daye 10 rayedarên Îranî.

Ji aliyeke din ve wezareta derve ya Amerîkayê jî diyar kiriye ku, jiber heman sedemê cezayên gelek dijwar daye 3 rayedarên din yên Îranê.

Di daxuyaniyên wezaretên derve yên wan her du welatan hatiye diyarkirin ku, ev kes û rayedarên ku, hatine cezakirin, roleke wan ya sereke bo binpê kirina mafên mirovan, azadiyan, bikar anîna tundûtîjî dijî xwepîşanderan û eşkence kirina xelkê de heye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.