Hêzên ewlekarî êrîşî ser xwepîşanderan kirine.
Duhê li bajarê Nasiriye ya navenda parêzgeha Zîqarê, xelkê li dijî ceza kirina ciwanekî ku, li dijî çekdarên heşa şebî nivî belav kiribû, daketin qadan û xwepîşandan kirin.
Li gel destpê kirina xwepîşandanan, hêzên ewlekarî jî êrîşî ser xwepîşanderan kirin û di encam de herî kêm 3 xwepîşander hatin kuştin û 15 xwepîşanderên din jî birîndar bûn.
Hikûmeta Îraqê jî li ser bûyerê dest bi lêkolînê kiriye û heta niha çend berpirsên hêzên ewlekarî yên parêzgeha Zîqarê ji kar avêtiye.
Ji aliyeke din ve çavkaniyên tendirostî jî qala vê yekê dikin ku, birîna gelek ji birîndaran girane lewre fikar hene ku, hijmara miriyan zêdetir bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin