Dibêje zirarê dide şerê dijî DIŞIê.
Bertekên dijî operasiyona bejayî ya Tirkiyeyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê didomin û di vê çarçoveyê de jî nunerê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyeyê Nicholas Grainger ragihand ku, Amerîka bi tundî li dijî operasiyona Tirkiyeyê ye û Amerîka bi ti awayî rezamendî li ser operasiyonê nedaye Tirkiyeyê.
Nicholas Grainger eşkere kiriye ku, ev operasiyona han netenê dibe sedema kuştina xelkê medenî belku, aramiya deverê jî têk dibe û zirarê dide şerê dijî DIŞIê.
Beriya niha jî wezareta berevanî, wezareta derve û Kongrêsa Amerîkayê dijatiya xwe ya li hember vê operasiyonê diyar kiribûn û kongrês ji hikûmetê daxwaz kiriye ku, eger Tirkiye operasiyoneke wisa bike nabe Amerîka balefirên F16 bifiroşe Tirkiyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin