Serokwezîr li gel şandeke Almanî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Almanî civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermi Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya şandeke Almanî kir ku, ji her yek ji Berêveberê beşê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê li wezareta derve ya Almanyayê birêz Tobias Tonkel, balyozê Almanyayê yê li Îraqê Martin yeager û konsulusê giştî yê Almanyayê yê li herêma Kurdistanê Klaus Straicher pêk hatibû.
Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraq, deverê û pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Almanyayê de kir.
Rojeveke din ya civînê taybet bû bi, girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingal û derçûna milîşa û hezên çekdar yên derqanûnî û afirandina derfetê bo normal kirina rewşa deverê û vegeriyana awareyan bo cîhê wan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin