Du ciwanên din yên Kurd hatin revandin

li bajarê Paweyê dikanên daxistî têne nîşanekirin û dixwazên xwedanên wan ceza bikin.
کوردستان TV
100%

Li Ciwanro û Pawe zextên rejîmê li ser xelkê zêde bûne.

Xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî berdame û greva seraserî di roja xwe ya duyem de berdewame.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê duhê li bajarê Ciwanroyê hêzên rejîma Îranê du ciwanên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine revandin û rejîm gotiye ev du ciwanên han xwepîşandanên dijî rejîmê organîze kirine.

Ji aliyeke din ve duhê li bajarê Paweyê hêzên rejîmê geriyane û ev dikanên ku daxistî bûne, nîşane kirine û gotine heta xwedanên wan neyên xwe radest nekin û neyên cezakirin nabe ev dikanên han werin vekirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.