Serokwezîr li gel balyoza Swêdê ya li Îraqê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyoza Swêdê ya li Îraqê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyoza Swêdê li Îraqê birêz Xatû Jessica Svardstrom kir.
Di civînê de me nîqaş li ser pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Swêdê, rewşa giştî ya Îraq û deverê kir.
Balyoza Swêdê stayîşa prosesa pêşkeftin û avedan kirina herêma Kurdistan kir û xwesteke welatê xwe jî ya bo pêşde birina têkiliyan di tevahiya waran de li gel herêma Kurdistanê diyar kir.
Di civînê de me bi awayeke kurt behsa reformên kabîneya 9an bi taybetî yên bo pir cure kirina abûrî û dîcîtalîzekirina xizmetgozariyên giştî û gav avêtin ber bi desthilatdariyeke dîcîtalî û asankarî kirin bo hêlbirêneran û afirandina derfetên karî kir.
Girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê, rewşa aware û penaberan, amadekariyên heyî bo rûbirû bûna bandorên guherîna keş û hewayê li ser jiyana welatiyan çend mijarên din yên civîna me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin