Dibêje me 12 kesên ser bi Almanya û Holendayê girtine.
Rejîma Îranê ku, jiber xwepîşandan û raperînên seraserî yên gelên Îranî li dijî rejîmê îflîc bûye nizane çi bike û çawe li hember xwepîşanderan tevbigere lewre her car hincetek bo binçav kirin û girtina xelkê çê dike.
Di vê derbarê de spaha Pasdaran gotiye me 12 kesên ser bi Almanya û Holendayê girtine ku, xwestine organîzatorî bo xwepîşandanan bikin û çek bo wan dabîn bikin daku, êrîşî ser hêzên rejîmê bikin.
Li gor daxuyaniya spaha Pasdaran ev kesên han li navenda Îranê hatine girtin û beriya ku, dest bi karên xwe bikin ji aliyê îtlaatê ve hatine nasîn û di operasiyonekê de jî hatine girtin.
Weke tê zanîn duhê jî rejîma Îranê gotibû ku, çend sîxorên Îsraîlî îdam kiriye, lê çavkaniyên dijî rejîmê dibêjin kesên îdamkirî, di xwepîşandanan de hatine girtin û tawaneke nerast li ser wan hatiye sepandin û hatine îdamkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin