Di nameyê de tê gotin ku desthilatdariya we bûye sedema dûr ketina xelkê ji îslamê.
Xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî didomin û di vê çarçoveyê de jî dengên cuda ji organ û baskên curbicur yên rejîmê derdikeve.
Partiya Îsargeran yaku, weke organeke rejîma Îranê tê nasîn, nameyeke vekirî bo Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyê nivîsandiye û di nameyê de rexneyên tund li Xamneyî hatine girtin û hatiye nivîsandin ku, îslama ku hun cîhbicîh dikin ti wareke vê tuneye ku em berevanî jê bikin û di warê şerî û olî de jî gelek çewte, hikumraniya we beruvajî şera îslam û pîvanên olê ye.
Di beşeke din ya nameya han de hatiye gotin ku, hikumraniya we û îslama we netenê heyaya îslamê beriye belku bûye sedema revîn û cuda bûna xelkê ji ol û îslamê.
Di berdewamiya nameyê de hatiye gotin ku, we xelk xapandiye û bi navê îslamê dîktatoriyek li ser xelkê feriz kiriye ev yek jî bûye sedema çê bûna tirs û dijminatiyê li hember rejîma we.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin