Li Qamîşloyê teqînek çê bû

tê gotin ku, welatiyek di encama teqînê de birîndar bûye.
کوردستان TV
100%

Teqîn bi rêya bombeyeke vedayî çê bûye.

Li gor zaniyariyên ku, Peyamnêrê me ji Rojavayê Kurdistanê dane, kêliyek beriya niha li taxa Elqiwe ya li Qamîşlo bombeyeke vedayî bi tirimbîlekê re teqiyaye.

Peyamnêrê me eşkere kiriye ku, bombe di nava tirimbîleke karmendekî perwerdehî de hatiye danîn û ev tirimbîl ji Reqayê hatiye qamîşlo.

Herwiha hate zanîn ku di encama teqîna han de kesek birîndar bûye.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.