Di nava du rojan de ev duyemîn êrîşe.
Fermandarê Mihwera Rojhilatê Dîcleyê yê hêzên Pêşmerge Serbest Bapîrî ji çapemeniya Rûsî re ragihandiye ku, şeva derbasbûyî bi 8 mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Başîkê ya li nêzî Mûsilê hatiye kirin.
Heta niha derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Tê zanîn di nava 24 seatan de ev cara dudiyane ku, bi mûşekan êrîşî ser ev navenda leşkerî ya Tirkiyeyê tê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin