Li Sine û Merîwanê 6 welatiyên din hatin revandin.
Xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî di roja 78an de berdewame.
Heta niha gelek xwepîşander ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîmê ve hatine revandin û di vê çarçoveyê de jî navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku, li Sine û Merîwanê jî 6 welatiyên Kurd bi hinceta ku, beşdarî di xwepîşandanan de kirine ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine revandin.
Hengawê diyar kiriye ku, rixmî hewldanên kesûkarên wan revandiyan lê heta niha çarenivîsa wan nediyare.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin