Fermandarekî spaha Pasdaran hate girtin

dibêje rejîma Îranê ketiye nava evraza hilweşînê.
کوردستان TV
100%

Jiber diyar kirina rastiyên taybet bi şehîd kirina Jîna Emînî hatiye girtin.

Li gor çapemeniya Îranî Fermandarê spaha Pasdaran ya Îranê bi navê Jeneral Mihemed Baqir Bextiyar ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê ve hatiye girtin.

Çapemeniya Ferasî bi taybetî (iranianuk) belav kiriye ku, ev Fermandarê spaha Pasdaran derbarê şehîd kirina keça Kurd Jîna Emînî de diyar kiriye ku, rejîm û rayedarên rejîma Îranê rastiyan ji raya giştî vedişêrin, li gor nûjdariya dadwerî, Jîna Emînî jiber derbên dijwar ku, bi serê vê ketine canê xwe ji dest daye.

Ev jeneralê Îranî herwiha diyar kiriye ku, eger di dema xwe de rejîm rastî eşkere kiribana, wezîrê navxwe û aliyên din yên têkildar ji kar hatibana avêtin, vê demê rewşa Îranê wisa nedibû û rejîm nediket nav evraza hilweşînê.

Li ser wan gotinan, ev Fermandar di nava mala xwe de ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatiye girtin û heta niha jî çarenivîsa wî nediyare.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.