Esed dibêje Erdogan lawaze û ez naxwazim wî bihêz bikin.
Ajansa Reutersê belav kir ku, hewldanên Erdogan yên bo lidar xistina civînê li gel Serokê Sûriyeyê berdewamin û Rûsye jî di vê warî de hevkariya Erdogan dike.
Reuters di nûçeya xwe de diyar kiriye ku, Rûsye ji Beşar Esed xwestiye ku, beşdarî di civîneke sê alî de bike ku, vê li Rûsyeyê di navbera Putin, Erdogan û Esed de were lidarxistin.
Reuters li ser zarê sê rayedarên Sûrî yên nêzî Esed belav kiriye ku, Beşar Esed ev daxwaza han red kiriye û ragihandiye ku, niha Erdogan gelek lawaz bûye bi taybetî ku, li Tirkiyeyê hilbijartin nêzin, lewre ez naxwazim bi civîn û hevdîtina xwe ya li gel Erdogan bibin sedem ku, Erdogan bihêz bibe jiber ku, Erdogan di civînê de vê behsa vegerandina penaberên Sûrî yên li Tirkiyeyê bike û ev yek jî dibe sedema bihêz bûna Erdogan li Tirkiyeyê, lewre ez ti carî şaştiyeke wisa nakim û Erdogan bihêz nakim.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin