5 ji wan zarokin û ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine revandin.
Xwepîşandan û raperîna gelên Îranî yên li dijî rejîma vê welatî berdewamin û li hember de jî êrîş û zextên çekdarên rejîma Îranê yên li dijî xwepîşanderan jî berdewamin.
Di vê çarçoveyê de navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kiriye ku, di rojên derbasbûyî de hêzên rejîma Îranê li bajarê Abdanan ya li Rojhilatê Kurdistanê, 25 welatiyên din yên Kurd revandine û heta niha çarenivîsa wan nediyare.
Hengawê eşkere kiriye ku, 5 ji wan welatiyên revandî zarokin û rixmî hewldanên kesûkarên wan lê heta niha derbarê çarenivîsa wan de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Weke tê zanîn ev 75 roje li Îranê li dijî rejîma vê welatî xwepîşandan û raperîn heye û heta niha zêdetir ji 500 kesan ji aliyê rejîmê ve hatine kuştin û bi deh hezaran kes jî hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin