Topbaranên Tirkiyeyê jî yên li ser Kobanê berdwamin.
Li gel destpê kirina bordiman û êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ( Rojava) tê gotin ku, artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê jî amadekarî bo destpê kirina operasiyoneke leşkerî ya bejahî li derdorê Kobanê dikin.
Di vê darbarê de jî çapemeniya Sûrî belav kir ku, rejîma Sûriyeyê bo rûbirû bûna artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê yekeyên xwe yên topxane û hêzeke zêde şandiye sînorên Bakûrê Kobanê.
Ev pêngava rejîma Sûriyeyê di demekê deye ku, di nava hefteyekê de zêdetir ji 40 caran Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê Kobanê û derdorê Kobanê bordiman û topbaran kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin