7 welatî jî di bin eşkenceyê de şehîd bûne.
Xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî berdewame û li tevahiya bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî rixmî êrîşên dijwar yên rejîmê berxwedan û raperîn berdewame.
Di vê derbarê de navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kiriye ku, duhê hêzên rejîma Îranê li bajarê Merîwanê 4 welatiyên Kurd refandine û heta niha çarenivîsa wan nediyare.
Hengawê ev yek diyar kiriye ku, bi tenê li Merîwanê jî 7 welatiyên Kurd di destpêkê xwepîşandanan heta niha di bin eşkenceya rejîmê de şehîd bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin